Hîvîyêne,wekî dêlêgasîya wezîreta Îraqêye p’arastinê wê nava vê h’evtêda her’e Hewlêrê û wê r’astî nevsên wezîreta pêşmergaye derecebilind bê. “BasNews”-ê r’agîhandîye,wekî nava r’ojeva hevdîtinêda wê pirsên derheqa derbazkirina opêrasîyonên t’evaîye li neh’îyên k’urdaye hevr’aqayîlnekirî bêne gotûbêjkirinê.Têr’a tê dîtinê usa jî pirsên byûcêya eskerê k’urda gotûbêj bikin.Em bêjin,wekî h’evtîya derbazbûyî wek’îlên îraqîya û k’urdaye leşkerî, careke mayîn hevr’axeberdan destpê kirin, bona ku bighîjine hevr’aqayîlbûnê, girêdayî hevk’arîya leşkerî û koordînasîya t’evayîr’a.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close