H’emû nûçe

Wezîreta Arsaxêye k’arên der caba e’lametîyên E’lîêv daye

Serk’arê serwêrtîya înformasîyayê û p’êwendîyên t’evî civakê, ya wezîreta Arsaxêye k’arên der, Artak Nêrsîsyan caba e’lametîyên serokê Adirbêcanê Îlham E’lîêv daye.Şeşê tîrmehê serokê Adirbêcanê Îlham E’lîêv hevp’eyvîn daye hevaltîyên têlêvîzîyonêye cî, wextê k’îjana ewî gotinên usa dane xebatê, yên ku ji doranên êt’îka dîplomatîk derin.Serokê Adirbêcanê dicêr’ibîne bona t’unebûna feydayên nava şuxulk’arîya hevr’axeberdanada, t’emamîya gunek’arîyê biavêje ser h’emsedirên k’oma Mînskê.Ew wana gunek’ar dike, ku ew naxebitin. Adirbêcan naxweze ku formata hevr’axeberdanên sêalî bê dasekinandinê û prînsîpa h’elkirina pirsgirêka Qerebag’êye bi r’îya e’dil dike bin şikberîyê û gefa duxwe, ku wê bi r’îya qewatê pirsgirêkê bide h’elkirinê.Vî alîda nêzîkbûna Adirbêcanêye nava hevr’axeberdanên bi formata sêalî k’ifşe.Dewsa gunek’arkirina alîyên mayîn û r’astkirina şaşîyên xwe, Adirbêcan gerekê bicêr’ibîne h’emû borcdarîyên xweye nava wê pirsêda biqedîne û hevr’axeberdanên bi formata t’am derbazke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button