SerekeSîyasî

Hevr’axeberdanên bona qebûlkirina T’irk’îyayê nava Yektîya Avropayêda şaşîya dîrokîye

Serokê partîya Yektîya Avropayêye miletîyê Manfrêd Vêbêr hevr’axeberdanên bona qebûlkirina T’irk’îyayê nava Yektîya Avropayêda çawa şaşîya dîrokî nav kirîye.Ewî ev e’lametî wextê civîna parlamênta Avropayê belav kirîye.Nava axavtina xweda ewî gotîye,wekî ev yek şaşî bû û T’irk’îya nêzîkî Yektîya Avropayê nebû. Bi fikira wî hevr’axeberdanên t’evî T’irk’îyayê yên bona endamtîya nava Yektîya Avropayêda gerekê bêne sekinandinê û gerekê h’îmekî başqe sazkin bona îzbatkirina p’êwendîya. “Belê, hevk’arîya meye t’evî T’irk’îyayê hebûye û cêrge h’ewask’arîyên t’omerî hene, lê h’alê nava p’êwendîyên t’evî T’irk’îyayê hatîye guhar’tinê.T’irk’îya ji qîmetîyên Yektîya Avropayê diha gelekî dûr dik’eve”,-ewî gotîye.Mijdara sala 2O19-a lîdêrê t’irk R’eceb T’ayb Êrdog’an gotîye,wekî diqewime hevr’axeberdanên t’evî Yektîya Avropayê, yên bona endamtîya nava yektîyêda, bisekinin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button