Serwêrtîya Şengalêye p’erwerdê e’lam kirîye,wekî anegorî qirara serekwezîrê Herêma K’urdistanê, h’emû xercên mek’t’ebvanên êzdîyên Şengalê h’ukumata Herêma K’urdistanê hildide ser xwe.Hatîye dîyarkirinê,wekî mek’t’ebvan gîhandine Dihokê, ku ew li wir înt’amên xwe bidin û derbazî dersxana 12-a bibin. “H’emû xercên bona xwerinê, jîyanê, dayîna têstên bona koronavîrûsê, h’ukumata herêmê hildaye ser xwe.Bona mek’t’ebvanên Şengalê niha pirsgirêk t’unene.Li Dihokê çend hot’êl hatibûne hazirkirinê, ku mayîna wan bê ç’areserkirinê.Xwendik’arên Şengalê wê h’etanî wî çaxî li wan hot’êlada bimînin, h’etanî ku ev prosês ser hevda bê”,- serk’arê beşa Şengalêye p’erwerdê Mêysêr Xaçî gotîye.
Gotarên eynî
Yêrêvan pêşnîyara Qazaxistanê ya ji bo lidarxistina civîna wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der dinirxîne
26.04.2024, 12:00
Hindistanê bersiva rexnekirinên ji Adirbêcanê daye, yên derheqa firotana sîlihaye bona Ermenîstanê
26.04.2024, 11:40
Herwiha kontr’ol bike
Close