H’emû nûçe

Hêzên Adirbêcanêye sîlih’kirî duh û îro t’abîyên ermenîya dane ber t’opa

12-ê tîrmehê seh’eta 12-a derbaz 3O-î deqe qulixçîyên Adirbêcanêye leşkerî li alîyê Tavûşêva cêr’ibandine bi avtomaşîna ÛAZ sînorê Ermenîstanêyî dewletê bit’er’ibînin. Derheqa wê yekêda k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê gotîye.Ewê gotîye,wekî îro 13-ê tîrmehê piştî navbir’îya du-sê seh’eta, şebeqê kirinên provokasîyon dîsa destpê kirine û dîsa alîyê t’abîyên ermenîya dane ber t’opa.Qewatên Ermenîstanê cabên anegor dane. “Duh piştî cêr’ibandina t’er’ibandina sînore e’wlin, piştî e’şaretîdayîna alîyê ermenîya,qulixçîyên Adirbêcanêye leşkerî avtomaşîna ÛAZ hiştine û paşda veger’îyane li ser t’abîyên xwe. Peyî wê yekêr’a seh’eta 13-a derbaz 45 deqe, leşkerên azêrîya dîsa cêr’ibandine t’abîyên hêzên ermenî zeftkin û wî çaxî t’opbarandin mîyaser kirine, lê ji alîyê ermenîyada hatine ker’kirinê, piştî zyanêk’etinê paşda hatine avîtinê”,-Stêp’anyanê gotîye û serda zêde kirîye,wekî ji alîyê ermenîya zyank’êş t’unene.Wezîreta Adirbêcanêye p’arastinê e’lam kirîye,wekî r’ûê qewimandina 12-ê tîrmehêye li ser sînorê ermeîya-azêrîya, du leşkerên azêrîya hatine kuştinê û pênc jî birîndar bûne.Li nexweşxanê birîndarek jî wefat bûye.Hêzên ermenîye sîlih’kirî droneke Adirbêcanê jorda anîye xwerê.Wezîreta Ermenîstanêye k’arên der kirinên Adirbêcanêye li alîyê Tavûşê berk’ gunek’ar kirine.Wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan girêdayî vê yekêr’a t’evî wek’îlê sedirê Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê Ancêy Kasprşîkê bayloz qise kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button