H’emû nûçeSereke

Agirkirinên berbi gunda mafê hûmanîtarîyî navnet’ewî dit’er’ibînin:Nag’dalyan

Adirbêcan gerekê bêyî t’u tiştî kirinên li ser sînorê ermenîya-azêrîya bidine sekinandinê. Derheqa wê yekêda k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye k’arên der Anna Nag’dalyanê r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.”Em cêr’ibandinên Adirbêcanêye bona xweykirina h’alê sert, yên li ser sînorên ermenîya-azêrîya berk’ gunek’ar dikin.Bi wî meremî gundên qeza Tavûşêye Çînarê, Aygêparê dikine nîşangeh.Ev yek t’er’ibndina mafê hûmantarîyî navnet’ewîye”,-Nag’dalyanê nivîsîye. Bi gotina wê, Adirbêcan gerekê gavên pêwîst biavêje bona ku h’alê sert bide dûrxistinê, bona encamên k’îjanî t’emamîya cabdarîyê li ser Adirbêcanêye.Em bîr bînin,wekî 12-ê tîrmehê seh’eta 12-a derbaz 3O-î deqe, qulixçîyên azêrîyaye leşkerî cêr’ibandine bi avtomaşîna ÛAZ sînorê Ermenîstanêyî dewletê bit’er’ibînin. Piştî e’şaretîya alîyê ermenîya, leşkerên azêrî ew avtomaşîne hiştine û paşda çûne li ser t’abîyên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button