H’emû nûçeSereke

R’ûê T’irk’îyayêda dereca ava ç’emê Dicle li Îraqê du cara kêm bûye

Ç’emê Dicle niha ku li Îraqê dik’işe, himberî dereca berê gelekî kêm bûye.T’irk’îyayê destpê kirîye i’mbara avêye ku salekê pêşda çê kiribû, bi avê t’ijîke.Dereca k’ûraya avêye li ser sînorê Îraqê û T’irk’îyayê du cara kêm bûye.Derheqa wê yekêda p’êşezanê stratêcîya avê, yê li zankoya Dihokê R’emed H’emze gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî r’ûê vê yekêda li Dihokê, Mûsilê, Salh’edînê,Bexdayê û Al Kûtê dikare kêmasîya avêye mezin hebe û zyan bighîje dor-bera. Hatîye dîyarkirinê,wekî nenihêr’î baranên ku tên, dîsa kêmasîya avê k’ifşe. Bi gotina H’emze, wekî Îraq T’irk’îyayêr’a p’evnek’eve, wî çaxî sala 2O22-a, t’emamîya kontrola avê wê destê T’irk’îyayêdabe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button