Sîyasî

Lêk’olîner: T’irk’îya h’emû tiştî dide xebatê, ku k’urda bih’incir’îne

Profêsora zankoya Yûnanistanêye ulmî Katîya Zagorîtoyê nava nivîsara xweye dawîda e’şaretî daye,wekî h’ukumata t’irka bi serk’arîya R’eceb T’ayb Êrdog’an qirar qebûl kirîye, ku him nava welêtda û ji welêt der jî k’urdaxin.Ewê derheqa êrîşên t’irkaye li Sûrîyayê, yên hindava k’urdada, yên salên 2O18-2O19-da gotîye û paşê jî derheqa êrîşên li ser K’urdistana Îraqê daye dîyarkirinê. Lêk’olînerê usa jî gotîye,wekî h’ukumata T’irk’îyayê pêr’a jî i’mbarên avêye mezin li T’irk’îyayê çê kirine bona ku k’urdên Îraqê û Sûrîyayê nikaribin bighîjine r’êsûrsên avê û qewata wane êkonomîkî ze’yîfbe. Bi wê yekêva t’evayî T’irk’îya herêmên k’urdaye dîrokî xirab dike, yên mînanî bajar’ê H’esenk’êyfê. H’ukumata t’irka dicêr’ibîne ku civaka k’urda negihîje serk’arîkirinê û wana mecbûrke, ku ew ji axa xwe derk’evin, dêmografîya herêmên k’urdaye li welêt bide guhar’tinê û k’urda bêt’eqet bike.Profêsorê gotîye,wekî h’ukumata t’irkaye îroyîn t’evî gelek pirsgirêkên êkonomîkî û sîyasî şer’k’arîyê dike û qirar kirîye ku k’urdên T’irk’îyayê bih’incir’îne bona ku ew nikaribin t’evî partîyayên mayîne opozîsîyon, yektîyê çêkin.Ewê usa jî e’şaretî daye,wekî sîyasîya h’incir’andina k’urdaye nava welêtda û ji welêt der wê ji alîyê R’eceb T’ayb Êrdog’anda berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button