SerekeSîyasî

Adirbêcan derbazî têr’orîzmê bûye

K’atibê pirêssayê, yê wezîreta Adirbêcanêye p’arastinê gef xwerîye, ku Adirbêcanê derbê bighîne stansîya Mêsamorêye atomê. Me’nîya e’lametîya azêrîya hema gefxwerina bona derbgîhandinê nîne, çimkî nava sîstêma Ermenstanêye bêqezîyabûnêda bona p’arastina stansîya atomê jî xwep’arastin heye.Gilî derheqa wê yekêdane,wekî sûbyêkta mafê navnet’ewî, nevsê dewleta endama Organîzeya Net’ewên Yekbûyî gefa duxwe, ku wê derbê bighînine stansîya atomê. Bi vî cûr’eyî Adirbêcan bi dereca dewletê derbazî gefxwerina bona krîzîsa hûmanîtarî dibe, derbazî dereca têr’ora dewletê dibe. Bona Adirbêcanê eva tiştekî nû nîne, çimkî Adirbêcan ew welate, li k’îderê bi dereca dewletê wan meriva dikine mêrxas û xelat dikin, yên ku merivên r’azayî didine ber balt’a, serên wan jê dikin, merivên sîvîl dizêrînin. Adirbêcan eşkere gund û bajar’ên sîvîl dike nîşangeh û ew h’emû tişt cara e’wlin nîne.Niha pirs pêşda tê, ku gelo bona wê yekê têr’orîsta çi dikin? Bêguman, wana ceza dikin, heger ew meriv r’ast difikire. Niha eskerê ermenî nava wê pirsêda wê yekê dike.T’evî têr’orîst nak’evine nava hevr’axeberdana. Li vir pirs pêşda tê, ku ji r’asta leşkerî der Yêrêvan gerekê çi bike.H’emsedirên k’oma Mînskê, merk’ezên qewatê, sîstêmên navnet’ewî bang dikin ku agir bidine sekinandinê û paşda veger’ine berbi hevr’axeberdana. Yêrêvan ji hevr’axeberdana dûr nek’etîye, lê Adirbêcan dûr k’etîye. Ew çûye berbi têr’orîzmê. Niha wextê ku gar’antîyayên cabdarîya navnet’ewî sazbin, yên ku wê kontrolkin ku Bek’û nava dorana hevr’axeberdanada bimîne, bona ku ew paşda veneger’ine berbi têr’orîzmê.Gar’antîyayên wî cûr’eyî, piştî sala 2O16-a bi r’ojeva Vîênayê û Sankt Pêtêrbûrgê hatine pêşdak’işandinê.Yêrêvan gerekê wê r’ojevê pêşda bik’işîne bona ku paşda veger’ine berbi sivira hevr’axeberdana û t’evî sûbyêkta cabdar, hevr’axeberdana derbazke, lê ne ku t’evî têr’orîsta. Bi wê yekêva t’evayî, gerekê Stêp’anakêrt jî paşda veger’e, çawa qewilê bona derbazkirina hevr’axeberdana.Li ser fona vê yekê, Yêrêvan gerekê qewila pêşda bik’işîne, lê ne têr’orîst.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button