
Nêzîkî 5OO k’irêkirîyên ji Sûrîyayê ji alîyê T’irk’îyayêda hatine berevkirinê û ew derbazî Adirbêcanê kirine. Ewê kanîya înformasîyon r’agîhandîye,wekî beşeke wan k’irêkirîya îdî li Adirbêcanêne. Binelîyn E’frînê şe’dê wê yekê bûne,wextê ku ew ç’ekdar berev dikirin. Faktora h’îmlî ya bona çûyîna binelîyên E’frînêye li Adirbêcanê ewe,wekî soz dane wan, ku wê welatvînîya T’irk’îyayê bidine wan û bi wê yekêva t’evayî bêxebatî geleke.T’irk’îyayê soz daye, ku heger ew nava p’evçûyînada alî Adirbêcanê bikin, wê welatvînîya T’irk’îyayê bidine ç’ekdarên ji provînsîya E’frînê, E’zazê, Babê, Cerablûsê, Îdlîbê, Girê Sipî û Serê Kanîyê.