H’emû nûçeSereke

Eskerê t’irka k’ete Nexçêvanê: Ermenîstan dîna xwe didê û e’şaretîyê dide

Piştî p’evçûyînên li ser sînorên ermenîya-azêrîya duh t’e’lîmên leşkerîye berfire, yên t’irka-azêrîya destpê bûne.Eva cara e’wlin nîne, ku herdu welat t’e’lîmên wî cûr’eyî ji sala 2O14-da derbaz dikin.T’e’lîmên sala îsalin ne t’enê bi e’lametîyên T’irk’îyayêva, yên li ser sînorên ermenîya-azêrîyava girêdayî balk’êş nînin. Tiştekî mayîn jî heye, t’e’lîmên t’evayî li Nexçêvanê tên derbazkirinê. Li vir çend meremên başqe-başqe hene. Li Ermenîstanê haj pê hene, ku têxnîka çawa wê wextê wan t’e’lîma bidine xebatê, lê bi meremên belavnekirina tiştên ce’sûsî şirovekirin nayêne dayînê. K’atiba pirêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê îzbat kirîye,wekî li Ermenîstanê bi guhdarî dîna xwe didine wan t’e’lîma. Ewê gotîye,wekî alîyê ermenîya bona h’emû tiştî hazire. Derheqa t’e’lîmên t’irka-azêrîyada, usa jî wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan û baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Conat’an Lak’ot qise kirine. Davît’ Tonoyan gotîye,wekî ji alîyê leşkerîda stratêcîya vê yekê tiştê xemgînkirinê nîne. Feqet ew yek girînge, ku t’e’lîm werguhêzî kirinên provokasîyon nebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button