H’emû nûçe

Yêrêvan hazire r’êjîma agirbestê t’evî Bek’ûê xweyke: Mnasakanyan

Ermenîstan hazire r’êjîma agirbestêye ji sala 1994-da li zona de’w û doza Qerebag’ê û li ser sînorê t’evî Adirbêcanê xweyke.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan wextê hevp’eyvîna t’evî The Jerusalem Post-ê gotîye. Girêdayî bûyarên van axirîyar’a, yên ku li ser h’idûdê t’evî qeza Ermenîstanêye Tavûşê û Adirbêcanê qewimîbûn, h’al dîsa sert dimîne. Bi fermî herr’oj tê e’lamkirinê,wekî agirkirinên nû hebûne. Du r’oj pêşda ji fişeka nîşangirê azêrî, leşkerekî ermenî şih’îd k’etîye. Bi gotina Mnasakanyan, himberî Adirbêcanê, Ermenîstan qayîl bûye, ku r’êjîma agirbestê bide qewînkirinê û pêşnîyarên navçîgarên navnet’ewî qebûl kirine. Gilî derheqa wê yekêdane, ku hejmara dîtindarên navnet’ewî bidine zêdekirinê û mêxanîzmên lêpirsîna bûyara bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button