H’emû nûçeSereke

Gelo p’êşezanên ermenîr’a aparatên “azêrîyaye” bêpîlot wê çi gilî bikin?

Nêzîkî 24 aparatên azêrîyaye bêpîlot nava van bûyarên dawîda ji alîyê hêzên ermenîyada li ser sînorên ermenîya-azêrîya hatine lêxistinê.Wê yekê ne t’enê li cem leşkera, lê usa jî li cem înjênêrên ermenî h’ewask’arîke mezin pêşda anîn.P’êşezan gerekê aparatên dijmine bêpîlot bidine “xeberdanê”.Wextê r’ojên serte li ser sînor xebitandina aparatên ermenîyaye bêpîlot encamên baş dan û ew yek ji alîyê qulixçîyên leşkerîda bilind hate qîmetkirinê.Aparatên azêrîyaye bêpîlote lêxistî dikarin gelek tiştî p’êşezanên ermenîr’a “gilî bikin”.Emê t’evî sur’ên leşkerî nebin, lê em dikarin t’enê ji alîyê têk’nolocîyada lê binihêr’in. “Aparatên vî cûr’eyî wextê ku ber destin, wî çaxî gelek we’de û r’êsûrs tên êkonomîkirinê, ku têk’nolocîyar’a bêne şirovekirinê. Emê ji sifir destpê nekin, lê emê h’elkirinên mîyaserkirî hildin, k’îjanê emê h’esabkin wekî bona sîstêmên me wê baş bêne xebitandinê”. Hevaltîke ermenîye ku aparatên bêpîlot çê dike, serk’arê wê Davît Galoyan dibêje: “Aparatên bêpîlote ku li Tavûşê hatine lêxistinê, ji alîyê hevaltîyên dinîyayêye pêşk’eftî hatine çêkirinê, cêr’ibandina k’îjanaye 5O-6O salî heye.P’êşezanên erenî serê çend salaye, ku wê yekêva mijûl dibin û ev yek bona înjênêrên ermenî destanîneke mezine. H’îmê vê yekê çar sal pêşda hatine danînê”. Ewî gotîye,wekî vê şuxulk’arîyêva p’êşezanên ermenî piştî şer’ê meha nîsanêye sala 2O16-a destpê kirine mijûlbin.Wî çaxî bi serk’arîya Karên Vardanyan mobîlîzasîya înjênêra hatîye kirinê. Înjênêr berev bûne û qirar kirine ku wê govekê bidine pêşxistinê.Piştî hinek we’de sîstêmên wî cûr’eyî hatine çêkirinê û ew h’etanî nava h’alê leşkerîda jî hatine cêr’ibandinê. Bi gotina Galoyan p’êşezana sirîya xweda dane k’ifşê,wekî ew li ser qewatên xwe gumanin, lê hêzên sîlih’kirîr’a jî dane k’ifşê,wekî wana dikarin bidine xebatê û ew yek hela hê destpêke.Wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye,wekî aparatên ermenîye bêpîlot pirsên pêşîya xwe danî gelekî baş h’el kirin. Derheqa wê yekêda vîdêo jî hatine r’aberkirinê. Arsrûn Hovhannîsyan gotîye,wekî wê govekê diha zêde bidine pêşxistinê û berfirekirinê. Wezîrê têk’nolocîyên bilind Hakob Arşakyan jî gotîye,wekî gelek pirs hene, him yên p’isîxolocî û him jî ce’dandinên hevaltîyaye nava salada. Bi gotina wî heger sîlih’ hebe, ew yek tiştekî mayîne, lê wextê ku tu wî sîlih’î nava şêr’da didî xebatê û dighîjî encamên baş, ew jî tiştekî mayîne.Serokê yektîya têk’nolocîyayên pêşk’eftî Karên Vardanyan ji vê dinîyayê çû û ewî pêr’a negîhand, bibe şe’dê açixîyên aparatên ermenîye bêpîlote pratîk. Ew şikber nîbû,wekî ew açixî wê hebin. Ewî hela hê sala 2O18-a derheqa açixîyada digot. Wextê mobîlîzasîya înjênêra, 3OO înjênêr berev bûn û 2O hevaltî saz bûn. Wî çaxî cêr’ibandina geleka t’unebû, lê k’omên biç’ûk hatine sazkirinê, k’îjana xebat destê kirin. Eva açixîya Karên Vardanyan bû. Ew yek jî şabûne,wekî aparatên ermenîye bêpîlot îdî dikarin bik’evine sûka navnet’ewî.Feqet, hela hê zûye, çimkî bi gotina serokê hevaltîya “Davaro”-ê Galoyan, înjênêrên ermenî niha difikirin, pirsên hundur’ bidine ç’areserkirinê û paşê derheqa sûka derda bifikirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button