H’emû nûçeSereke

Lîstikên leşkerîye bi navê “Şer’k’arê aşîtîyê” wê li Ermenîstanê derbazbin

Nava doranên “Lîstikên leşkerîye navnet’ewîye- 2O2O”-da leca bi navê “Şer’k’arê aşîtîyê” wê li Ermenîstanê derbazbin. Ji 3O-î lîstika 24 wê li R’ûsîyayê derbazbin, dudu li Bêlar’ûsê û dudu jî Ûzbêkîstanê, yek li Ermenîstanê û yek jî li Adirbêcanê wê derbazbin. Lîstikên leşkerî wê ji 23-ê t’ebaxê h’etanî pêncê îlonê derbazbin. Derheqa wê yekêda serokê serwêrtîya R’ûsîyayêye hazirîya leşkerî, gênêral Îvan Bûvalsêv gotîye.Îsal têr’a hatibû dîtinê, ku li 11 welata wan lîstika derbazkin, lê girêdayî nexweşîya koronavîrûsêr’a şeş welata, Mong’olîyayê, Çînistanê, Şrî-Lankayê, Îranê, Hindistanê û Qazaxstanê qebûlkirina lîstikaye li cem xwe înk’ar kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button