SerekeSîyasî

Serokê partîya t’irka hindava Ermenîstanêda gef xwerine

Sedirê partîya T’irk’îyayêye miletçîtîyê BBP Mistefa Dêst’îc wextê pirêss-konfêransa li ofîsa partîyayê derheqa h’alê sertî li ser sînorên ermenîya-azêrîya û t’e’lîmên t’irka-azêrîyaye t’evayî xeberdaye û hindava Ermenîstanêda gef xwerine.Ewî gotîye: “Heger Ermenîstan agrêsîya dijî Adirbêcanê û T’irk’îyayê berdewam bike, wî çaxî nava salên pêşîya meda li r’êgîyonê ne Ermenîstan, ne jî eskerên ermenî wê hebin”.Şuxulk’arê miletçî e’lametîyên nevsên t’irkaye derecebilind wek’ilandîye û serda zêde kirîye,wekî heger Ermenîstan li r’êgîyonê dixweze t’evî T’irk’îyayê û Adirbêcanê bijî, wî çaxî gerekê ew bizanibe ku xêncî dostîyê r’êke başqe t’une.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button