H’emû nûçeSereke

T’irk’îya aşîtîya herêmêye nerm dike bin qezîyayê: t’irkzan

Sîyasîya T’irk’îyayêye der çawa berê usa jî niha eşkere berbi wê yekêye, ku li neh’îyên xweye cînar h’ukumê xwe pêşda bik’işîne. Derheqa wê yekêda t’irkzan Varûjan Gêg’amyan gotîye. Bi gotina wî li vir ne t’enê bi cûr’ê qewata nerm, lê bi t’emamî bi hêza qewat opêrasîyona mîyaser dike, şe’detîyên k’îjanê opêrasîyonên t’irkaye li Sûrîyayê, li Îranê û li Lîbîyayêne. “Ev yek dibêje me, wekî li herêmê sîyasîya T’irk’îyayêye wî cûr’eyî heye.Tiştê veşartinê nîne,wekî K’omara Ermenîstanê nava wan progiramada cîyekî cudadaye û telebextr’a em dibînin, wekî T’irk’îya bere-bere bêyî veşartin derheqa wê yekêda dibêje. Bi sîyasîya xweye derva, T’irk’îya aşîtîya r’êgîyonêye nerm dike bin qezîyayê û em dibînin,wekî T’irk’îya bere-bere bêyî veşartin derheqa wê yekêda xeber dide.Bi fikira min nava vê pirsêda Ermenîstan, Misir, Yektîya Mîrtîyên E’reba, usa jî çend welatên mayîn dijî wê yekêne, pirsa k’îjanaye sereke gerekê bibe zeftkirina T’irk’îyayêye li vê r’êgîyonê. Ez dikarim bêjim,wekî R’ûsîya jî dijî wê yekêye.Em bîr bînin, ku li bakûrê Sûrîyayê niha pirsgirêka h’îmlî di navbera k’êdaye. Niha li wir R’ûsîya û T’irk’îya dijî hevin. Usa jî meriv dikare derheqa pirsgirêka Lîbîyayêda bêje”,- t’irkzan gotîye.Bi xeberdana derheqa wê yekêda,wekî sertbûna heleqetîyên t’irka û r’ûsa li r’êgîyonê bi çiva qezîyaye, Varûjan Gêg’amyan gotîye: ” Heger em dîrokê bîr bînin, emê bibînin, wekî nava 2OO salên dawîda şer’ên r’ûsa û t’irkaye r’aste-r’ast û ner’ast qewimîne.Dêmek eva doza tradîsîyone, ya ku bona sazkirina zona h’ukume. Tiştekî ber ç’e’vaye,wekî nava vê pirsêda ew welat nikarin bi hevr’a qayîlbin. Li vir usa jî gelek lîstikçîyên mayîn hene, ji k’îjana yek jî Îrane. Niha bêfeydaye, ku derheqa qezîyayên konkrêtda bêjin, heger em dibêjin, ku ew herdu welat her dem li r’êgîyonê alîyên nava de’w û dozada bûne û r’oja îroyîn jî usaye. Nava vî h’alîda de’w û doz usa jî bona Ermenîstanê qezîyaye”,- t’irkzan gotîye. Çi ku derheqa e’lametîyên T’irk’îyayêdane, bi k’îjana ewê digot, ku wê piştgirîyê bide Adirbêcanê, wextê ku h’alê li ser sînor sert bû, Gêg’amyan gotîye, wekî me’nîya t’abîya Ermenîstanêye h’işke hindava T’irk’îyayêdane. Ji salên 199O-î h’etanî niha t’u cara ji alîyê T’irk’îyayêda hindava Ermenîstanêda gefxwerin t’unebûne. Niha em dibînin,wekî bi xebitandina e’lametîya û stîla T’irk’îyayê, tê ber ç’e’va,wekî T’irk’îya dicêr’ibîne sîyasîya xwe bide berfirekirinê. R’ûê t’abîya T’irk’îyayêye wî cûr’eyîda, Ermenîstanê bersiva h’işk da û bi fikira min ev yek cîda bû û dide k’ifşê, ku ew welatekî ne balansbûyî, ne jî welatê çêkirinêye, mafê k’îjanê t’une ku nava cêrga 11 welatên k’oma Mînskêdabe”,- t’irkzan daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button