H’emû nûçe

Dîrokzan: anegorî peymana Sêvrê têrîtorîya Ermenîstanê sêcare dibû

Anegorî peymana Sêvrê têrîtorîya K’omara Ermenîstanê gerekê bibûya 161 hezar çargoşe kîlomêtr. Derheqa wê yekêda, wextê prêss-konfêransa p’êşk’êşî sedsalîya îmzekirina qayîlnivîsara Bakûr, serokê înstîtûta Ermenîstanêye dîrokê Aşot Mêlk’onyan gotîye. Ewî bîr anîye,wekî qayîlnivîsar sala 192O-î dehê t’ebaxê di navbera împêratorîya osmanî û ji alîyê mayînva jî Brîtanîya Mezin, Almanîyayê, Fransîyayê, Îtalîyayê, Japonê û Ermenîstanê da hatîye îmzekirinê. Ew yek dida k’ifşê,wekî lihevanîna T’irk’îyayê ne t’enê bink’etina wê ra, lê usa jî hilweşîna împêratorîya osmanîva girêdayî bû. T’irk’îya gerekê serbestîya Ermenîstanê nas bikira, lê ji alîyê serokê ŞAY-da sînor gerekê bihatana naskirinê û T’irk’îya gerekê ji her de’wek’arîke h’iqûqî paşda bisekinîya. “Peyman ji wê r’ojêda qewat stendibû, wextê ku serokê Ştatên Amêrîkaêye Yekbûyî û komîsîya li r’ex wî, sînorê ermenîya-t’irka r’aber kiribûn, yê ku Trapzonê, Erzurumê, Bît’lîsê û Wanêr’a derbaz dibû. T’emamîya Erzurumê, p’ir’anîya Trabzonê, Wanê û yeksanîya Bît’lîsê gerekê bighîştana Ermenîstanê.Dewletên ku ji T’irk’îyayê cuda bibûn, gerekê aza r’êya beh’rêr’a biçûna-bihatana. Ermenîstan dibû welatê beh’rê”,-dîrokzan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button