SerekeSîyasî

Hêzên Yûnanistanêye behr’ê r’ûyê T’irk’îyayêda li ser hazirîya derecebilind in

Li ser fona fikirên Enqerê, Atînayê lez leşkerên xwe dane li ser hazirîya derecebilind.H’emû qulixçîyên leşkerîye ku nava hêsabûnêda bûn, paşda hatine gazîkirinê. Bona wê yekê, ku diqewime agrêsîya T’irk’îyayê hebe, avîyasîya Yûnanistanê jî nava dereca hazirîyêda ne. Gilî derheqa wê yekêda ne,wekî T’irk’îyayê gemîyên xweye leşkerî derxistine li beh’ra Êgêyê.Yûnanistanê avîyasîya leşkerî, gemî û gemîyên binav li ser dereca hazirîyê hiştine.Îdarên yûnanaye fermî vê înformasîyayê ne înk’ar dikin, ne jî îzbat dikin. T’irk’îyayê e’lam kirîye,wekî ewê t’e’lîmên leşkerî li wan dera derbas bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button