H’emû nûçeSereke

Peymana Sêvrê û pirsgirêka k’urd

Sed sal pêşda, li bajar’ê Fransîyayêyî Sêvrê, ji alîkîva dewletên Antantayê û dewletên ku gihîştine wan, lê ji alîkî mayînva jî h’ukumata împêratorîya osmanî peyman îmze kirin, anegorî k’îjanê bona Ermenîstanê r’êya berbi beh’ra R’eş hate vekirinê.Dewsa 3O-î h’ezar çargoşe kîlomêtr ax gerekê 15O-î h’ezar çargoşe kîlomêtr ax bighîşta Ermenîstanê.Peymana Sêvrê qewat nestend û piştî konfêransa Lozanêye sala 1923-î k’ar nekir. Bi fikira serokê înstîtûta Ermenîstanêye r’ohilatzanîyê R’ûbên Safrastyan, niha paşdaçûyîna berbi peymanê û mîyaserkirina wê, tiştê bûyînê nîne, çimkî bona wê yekê xwestina wan h’emû welata lazime, îmzên k’îjana bin têk’sta peymanêda hatine danînê. H’etanî niha ew xwestin t’une û bêfeyda ye ku derheqa nûkirina peymana Sêvrêda bifikirin. “Feqet, k’emala dokûmêntêye girîng jî heye û ew ew e ku cime’ta ermenî îzbat dike ku li ser axa xweye dîrokî welatê wîyî yekbûyî hebe. Em gerekê wê yekê bîr nekin.Ez gumanim,wekî ew r’ojê bê,wekî emê bona h’elkirina pirsên dîrokî bifikirin û wî çaxî peymanê lazimî me bê”,-p’êşezan gotîye. Pirsa girîng ya duda bi fikira Safrastyan ew e,wekî ew yek r’ohilata navînva girêdayî e.Xerîta sîyasîye r’oja îroyîn hema bingeha Sêvrê ye. R’ohilata Navîn îro tê guhar’tinê. Logîka van guhar’tina dikare bîne berbi dokûmênta navnet’ewîye nû.Bi wê yekê, Safrastyan berê e’wlin derheqa pirsgirêka k’urdda dibêje.K’urd çend deh mîlîon in û dewleta wane serbixwe t’une, ew li h’emû welatên herêmê belavbûyî ne.R’ohilatzan h’esab dike,wekî zû yan jî dereng k’urdê serbixwetiya xwe bistînin û bona vê prosêsê peymana Sêvrê wê lazim bê.Eva dokûmênta navnet’ewî ye t’ek-tenê ye, k’îjanêda mafê k’urdayî bona serbestîyê hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button