SerekeSîyasî

T’irk’îyayê gef li Îraqê xwerine, ku heger Îraq dîsa PKK-ê “qebûlke”

Wezîreta T’irk’îyayêye k’arên der e’lametî belav kirîye, k’îjanêda hatîye dîyarkirinê, ku heger Îraq dîsa ç’e’vê xwe li ser heyîna PKK-ye li ser t’opraxa Îraqê bigre, wî çaxî ewê bona ç’areserkirina bêqezîyabûna sînorê t’irka gavên anegor biavêje.Hatîye gotinê ku giva ji axa Îraqê PKK êrîşa dibe ser T’irk’îyayê.”Vî alîda welatê me hazire t’evî Îraqê hevk’arîyê bike.Heger Îraq ç’e’vê xwe li ser wê yekê bigre, welatê me wê bona ç’areserkirina bêqezîyabûna sînorên welatê me wê gavên anegor biavêje”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.Em bîr bînin,wekî T’irk’îyayê par jî gelek cara usa got û derheqa bêqezîyabûna sînorên t’evî Sûrîyayê da dîyarkirinê û paşê opêrasîyona leşkerî destpê kir, k’ete nava axa Sûrîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button