H’emû nûçeSereke

Li şikevta “H’irç’a” hacetên sedsala navîne kevinar hatine dîtinê /foto/

Bi înîsîyatîva fonda p’arastina qîmetîyên t’ebyetê û çandê /FPWC / li qeza Vayos Zorê, li şikevta “H’irç’a” lêk’olînên arxêolocî hatine derbazkirinê. Derheqa wê yekêda qulixdarîya pirêssayê, ya fonda p’arastina qîmetîyên t’ebyetê û çandê /FPWC / r’agîhandîye. Xebatên lêk’olînkirinê t’evî k’oma mûzêya Yêg’êgnazorê tên mîyaserkirinê. “Nava encamên lêk’olînkirinada tiştên cûr’e-cûr’e, yên we’dên kevinar hatine dîtinê”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.Tiştekî balk’êşe,wekî şikevt diha zû hatîye xebitandinê /250000-35OO sal/, derheqa çida çend hacetên sedsalên navîn şe’detîyê didin.Wextê wan xebata usa jî hestûyên h’eywana hatine dîtinê.Lêk’olînkirinên li wir berdewam dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button