H’emû nûçe

Bona tûrîstê ku tê Ermenîstanê mecal heye ku nava şeş seh’etada bersiva têsta koronavîrûsê bistîne

Bona merivên ku tên K’omara Ermenîstanê mecal hatîye sazkirinê, ku têsta bona koronavîrûsê t’eslîmke û nava şeş seh’etada bersiva têstê bistîne.Hatîye r’agîhandinê,wekî derheqa wê yekêda di navbera asosîyasîya “Tûrîzm Armênîya”-ê û laboratoryayên “Prom-Têstê”-da dokûmênta hevk’arîyê hatîye îmzekirinê.Nava dokûmêntêda têr’a tê dîtinê,wekî li cîyê başqekirina tûrîstê hatî, bersiva têstê wê bê dayînê û bona wana ewê nîvbiha bê kirinê. Hatîye dîyarkirinê,wekî ew laboratorîya anegorî standartên here başe. Em bêjin,wekî nava h’alê nihada hatibû qirarkirinê, ku merivên ku tên Ermenîstanê gerekê bi we’dê 14 r’oja bêne başqekirinê û heger ew bêne têstkirinê û caba wan têsta ya nêgatîvbe, wî çaxî we’dê başqebûna wane 14 r’oja wê bê kurtkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button