SerekeSîyasî

Makron: Êrdog’an h’alê li Avropayê dide t’evlîhevkirinê

Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron e’lam kirîye,wekî hevalk’arê wî, serokê T’irk’îyayê R’êcêb T’ayb Êrdog’an sîyasîya êk’spansîyonîstîyê derbaz dike, ya ku h’alê li Avropayê dide t’evlîhevkirinê.Wextê hevp’eyvîna t’evî r’ojne’ma Paris Match-ê, serokê Fransîyayê gotîye: “Avropa gerekê vê pirsê h’elke, çimkî ew yek bona berjewandîyên Avropayê qezîyaye.Ez piştgirê destpêkirina konflîkta nînim, feqet ez usa jî bawarîya xwe k’ardarîya bêdengîya dîplomatî naynim”.Ev hevp’eyvîn çend seh’eta pêşîya hevdîtina Êmanûêl Makron û kanslêra Almanîyayê Anêla Mêrkêlê hatîye belavkirinê. Lazime bidine dîyarkirinê,wekî p’êwendîyên T’irk’îyayê û Yektîya Avropayê nava van mehên dawîda sert bûne, çimkî Enqere bi kirinên xwe serbixwetîya dewletên mayîn dit’er’ibîne.Nava vê h’evtêda Êrdog’an soz daye ku wê ber t’u kesî danexwe û gemîya t’irka gerekê r’êsûrsên t’ebyetê biger’e.Em bîr bînin,wekî h’evtîya derbazbûyî T’irk’îyayê Fransîya nava wê yekêda gunek’ar kir, wekî ew xwe mînanî qesaba xweyî dike û paşê jî e’şaretî da Yûnanistanê wextê ku Fransîyayê du teyarên xweye leşkerî û du gemîyên xweye leşkerî bona piştgirîya At’înayê şand.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button