H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dikare bi r’ûmet şuxulk’arîya gar’anta bêqezîyabûna Arsaxê mîyaserke: P’aşînyan

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda, girêdayî 3O-salîya qebûlkirina dêklarasîya derheqa serbestîya Ermenîstanêda, pîrozbahî r’aber kirîye.Serekwezîr h’îmlî daye dîyarkirinê:
“3O-î sal pêşda şêwira T’ewrebilind dêklarasîya derheqa serbestîya Ermenîstanêda qebûl kir, bi k’îjanê destpêka şuxulk’arîya îzbatbûna dewletbûna serbest hate e’lamkirinê.Nava van 3O-î salên derbazbûyîda gelek serk’eftin hebûne, ji k’îjana ya here girîng şer’ê Arsaxêyî azadarîyê bû, yê ku bû h’îmê t’eşkîlbûna eskerê ermenî. Şer’ên tîrmeha sala 2O2O-î dane k’ifşê,wekî eskerê me şer’k’are û Ermenîstan dikare bi qedir şuxulk’arîya gar’anta bêqezîyabûna Arsaxê mîyaserke.Pêşk’eftina esker gerekê berdewambe û em gerekê pirsê daynine pêşîya xwe, ku eskerên me nava eskerên dinîyayêda yên here şer’k’arbe”,-P’aşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button