H’emû nûçeSereke

R’ûsîyayê û Ermenîstanê qayîlnivîsar îmze kirine

Baylozxana Ermenîstanêye li R’ûsîyayê e’lam kirîye,wekî 23-ê t’ebaxê di nabera wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê û hevaltîya R’ûsîyayêye çêkirina teyarada qayîlnivîsar hatîye îmzekirinê. Wextê îmzekirina qayîlnivîsarê, wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan û baylozê Ermenîstanêyî li R’ûsîyayê Vardan Tog’ayanyan hazir bûne.Em bêjin,wekî anegorî be’sên belavbûyî, qayîlnivîsar derheqa modêrnîzasîyakirina parka Ermenîstanêye avîyasîya leşkerîdane, dik’evine nava k’îjanê usa jî teyarên SU-25. Teyara SU-25 teyara leşkerîye zirih’kirîye.Ew bona piştgirîya eskerê li ser e’rdê û nava qewilên şev û r’oj şer’kirinê, bona t’unekirina obyêktên qirarkirî têr’a hatîye dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button