SerekeSîyasî

Dergê sînorê Semalka careke mayîn tê vekirinê

Piştî girtina bi we’dê pênc meha dergê sînore Semalka /Pêşxebûr/ careke mayîn tê vekirinê. R’ûê belavbûna koronavîrûsêda, eva serê pênc meha bû ku ew derge girtî bû, ya ku K’urdistana Başûr K’urdistana Sûrîyayêva dide girêdanê.Wezîreta k’arên hundur’ îzin daye meriva ku ew ji R’ojavayê bên, derbazî K’urdistana Başûrbin. H’ukumata Herêma K’urdistanê qirar kirîye ku gavên anegor bona xweykirina t’endurustîya cime’tê biavêje.Hatîye gotinê,wekî merivên ku li R’ojavayêne, yên ku li K’urdistanê dijîn, dikarin paşda veger’ine malên xwe. Her r’oj ji R’ojavayê wê nêzîkî sed merivî bikaribin deribazî K’urdistana Başûrbin.Ewên ku derbazî Herêma K’urdistanê bibin, gerekê têsta koronavîrûsêr’a derbazbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button