H’emû nûçeSereke

E’lametîya wezîreta Ermenîstanêye k’arên der

Ermenîstan gihîştîye e’lametîya t’ifaqa navnet’ewîye azaya dînî, ya derheqa koronavîrûsêda. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye k’arên der r’agîhandine.Nava e’lametîyêda hatîye gotinê,wekî krîzîsa r’ûê koronavîrûsêda çêbûyî, ya globale. Feqet t’u mecaleke girêdayî koronavîrûsêr’a gerekê bona wê yekê qulix neke,wekî bi wê yekê bikaribin mafp’arêza, r’oje’evana,wek’îlên goveka pirêssayê bidine bêdengkirinê. “Nava h’alê ji koronavîrûsê pêşdahatî dewlet bona borcdarîyên xwe cabdarin, bona qedirgirtina mafê mêriv, nava wanda usa jî azaya dîn û bawarîyê”,- nava e’lametîyêda hatîye gotinê.Em bîr bînin,wekî îsal, 12-ê h’ezîranê Ermenîstan gihîşte t’ifaqa azaya dîn û bawarîyêye navnet’ewî. Nava wê t’ifaqêda niha 29 welat hene.Dik’evine nava wê t’ifaqê usa jî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Avstrîya, Gurcistan, Îsraêl, Latvîya, Lîtva, Êstonîya, Polonîya, Nîdêr’land, Çêxîya û yên mayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button