SerekeSîyasî

Li Nînêvîyayê 13 ç’ekdarên DAÎŞ-ê hatine kuştinê

Hêzên Îraqêye bêqezîabûnê, opêrasîyon li bakûrê walêt derbaz kirine û wextê wê opêrasîyonê 13 ç’ekdarên DAÎŞ-ê hatine kuştinê. Opêrasîyona leşkerî dijî DAÎŞ-ê hatîye mîyaserkirinê û ew li provînsîya Nînêvîyayê hatîye derbazkirinê.Ev neh’yî li başûrê Mûsilêye. Fermandarê opêrasîyonên li Nînêvîyayê Îsmayîl Mahlavî ew yek îzbat kirîye,wekî 13 ç’ekdarên DAÎŞ-ê hatine kuştinê, 23 jî dîl k’etine. Bi gotina wî, opêrasîyonên wî cûr’eyî nava r’ojên nêzîkda têr’a hatine dîtinê û wê li neh’îyên provînsîya Nînêvîyayêye cuda-cuda bên derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button