Sereke

Tirkîya Êrdog’an gerekê bê sekinandinê

Nava vê hevtêda wezîrên welatên Avropayê, yên karên der, gerekê berev bibin û pirsa mecalên sanksîayên dijî Tirkîayê gotûbêj bikin. Derheqa wê yekêda diplomatê Bryûsêlêyî sereke Jozêp Borêl gotiye. Çetin e bêjin ku gilî derheqa kîjan sanksîadane û ew sanksîya wê çi biguhêrin, lê zelal e wekî beşeke wana naxweze anegorî qanûna bilîze. Tirka qirar kiriye ku ew li Rojhilatê behra Sipî cîhê pêşin da nin, lê yên mayîn gerekê bêdeng bin û qedirê hemû kirên wane dijî sînorên behrêye navnetewîye îzbatkirî bigrin.Tirka ew qirar piştî wê yekê  qebûl kiriye, wextê ku qirar kirine ku sînorên bêqezyabûna wan diha dûr in, ne ku sînorên Tirkîayêye dewletê, li Balqana, Rojhilata Navîn, Qavqasîyayê. Serbara serda qirar kirine ku ew rêberîya hemû tirka û musilmana dikin. Wê yekê ew bi nîşandayîna qewatê didine kifşê û yên mayîn jî bendî tu tiştî danaynin. Lê tê bîra we ku çawa hemû tişt baş destpê dibû? Digotin, sifir pirsgirêk tevî cînara, aşîtîya hertimî û tiştên mayîn… Ev hemû tişt xilas bû, çimkî bi gotina tirka, xêncî wan yên mayîn gunehkar in, xêncî wan yên mayîn xirab in. Hûn wê yekêra qayîl nînin ku ew niha dû we tên ku bidine kifşê ku hûn gunehkar in, hûn şaş in, ew rast in? Gelo xudanê vê bêheşiyê kî ye, Êrdogan?

 Pirsgirêk ew e ku Êrdogan pirsgirêk nine, ew ne jî xudanê hal e yan jî arxîtêktorê wê ye. Êrdogan dîagnoza nexweşîya sîstêmê û encamê wê ye, lê nexweşî krîzîsa moralî, ya dersa Rojavayêye sîyasî ye. Ne ku Êrdogan aqil û qewat e, lê Rojava bi sîyasî kor e, tirsyayî û durû ye, hazir e hemû tiştî arzan bifroşe û bêcabdar e. Awa, ev e ew atmosfêra çêkirinê, li ser kîjanê dîktatorên nezan û kêmaqil cîhê xwe girtine, kîjanara tê texmînkirinê ku wanra hatiye dayînê ku ew gerekê dîrokê çêkin, wê dîrokê fikira kîjanê wana fem nekiriye. Heya roja îroyîn, Êrdogan ew hemû tişt kirin çawa ku ewî dixwest û Avropayê ew daqurtandin, deng nekir, fikirî ku wê dora wêra derbas bibe. Roja îroyîn bijartineke Avropayêye cuda tune. Ew gerekê qewatê û xwestinê bide kifşê, çimkî Yûnanistan û Qibris li ber qezîya global sekinîne û ew hazir in şer bikin. Bêguman, Avropa dikare tu tiştî neke, çawa ku ewê salên 1919-1921-ê kir, dema ku Kemalê ji aliyê rûsada çêkirî li Asîa Biçûk û li Kîlîkyayê komkujîya yûnana û ermenîya ser hevda dianî. Avropa dikare usa jî wê yekê hesab hilnede ku tifaqdarên wêye ereb hene (kê Sayks û Pîko bîr tine…?), ku Îsrayêl tifaqdara rast e û rojekê bê, wextê ku hêzên Yekîtîya Mîrtîyên Erebaye hewê wê bên û ada Krêtê ji tirka biparêzin.

Avropa dikare vê yekê jî hesab hilnede, lê şaşîya tek-tenê ew e ku tu tiştî nekin.Gelo Avropa hazir e îro bêje ku Tirkîya qezya ye û anegorî wê yekê sîyasiyê çê bike? Anegorî wê yekê jî gerekê hevkarîya leşkerî û leşkerî-têknîkî bighîje sifir û deranîna eşyayên tirkaye li Avropayê bê sekinandinê, rêjîma ariş-vêrişa aza bidine sekinandinê, propagandîstên Êrdogane kirêkirî ji cem xwe bidne derxistinê. Gelo tifaqdarên NATO-êye avropî hazirin sînorên Yekîtîya Avropayê ji sîlihên tirka biparêzin, yên ku tirka ji behrê û ser erdê danîne ser enîya Avropayê? Hemû mecal hene û hela tiştek jî zêde, feqet wê bikin, mînanî salên 30-yî…? Tenê Xwedê zane. Roja îroyîn tirk eşkere didine kifşê ku ew tu tiştî hesab hilnadin, ne Rohilatê, ne Rojavayê û ne jî pîrozîyên Rojhilatê û Rojavayê. Bo wê yekê jî îro gotin û kirinên Rojhilatê û Rojavayê hene. Rast e, îro, nava vêrgulada gotî, zelal nine ku kîjan e Rojhilat û kîjan e Rojava, çimkî îro zelal nine ku sîvîlîzasîya kîjan e û tiştên dijî sîvîlîzasîyayê kîjanin.Norma wê meriv e û nêzîkbûna hindava mêrivda ye. Bo wê yekê jî Tirkîya Êrdogan gerekê lez bê sekinandinê. Ew e xwestina sîvîlîzasîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button