H’emû nûçeSereke

Li Arsaxê Nîkol P’aşînyan li t’abîyên sînorxweykira qesidîye

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan t’evî serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan li t’abîyên Arsaxêye sînorxweykira qesidîne.R’êberîya wan kirine wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan û wezîrê Arsaxêyî p’arastinê Celal Harût’yûnyan.Nava e’lametîya fermîda hatîye dîyarkirinê,wekî serokên herdu k’omara dîna xwe dane sîstêmên înjênêrîyê û t’abîya, têxnologîyayêyn nû, sîlih’ên nû, xebatên bona bilindkirina bêqezîyabûna leşkeraye li ser t’abîya.Nîkol P’aşînyan û Arayîk Harût’yûnyan nasîya xwe dane qewilên leşkera û t’evî wana qise kirine. Li p’areskerekî Qerebag’ê, serekwezîrê Ermenîstanê û serokê Arsaxê t’evî vekirina avayê leşkerayî nanxwerinêyî t’ezeçêkirî bûne. Serekwezîr nasîya xwe daye qeydê nandayîna bona leşkera û xurekê li wir. Nîkol P’aşînyan gotîye,wekî şuxulk’arîya başkirina sîstêma nandayînêye nava leşkerada, bi açixî berdewam dibe. Ewî pêşk’eftina senaya leşkerî girîng h’esab kirîye û ew pirs merk’eza guhdarîya h’ukumata Ermenîstanêdanin. Nîkol P’aşînyan, wezîrê p’arastinê Davît’ Tonoyan û nevsên mayîne fermî li Arsaxê wextê r’ewakirina piştî wefatbûnê, ya serokê şêwira Qerebag’êyî t’ewrebilinde e’wlin Art’ûr Mkrtçyan û kapîtan Armênak Ûrfanyan hazir bûne, yên ku piştî wefatbûnê navê “Mêrxasê Arsaxê” stendine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button