H’emû nûçe

Arsax îro salveger’a 29-a, ya e’lamkirina serbestîyê dide k’ifşê

Dudê îlonê Arsax salveger’a 29-a, ya e’lamkirina serbestîya Arsaxê dide k’ifşê. Dudê îlona sala 1991-ê civîna t’evayî, ya parlamêntvanên qezayê û şêwira Şahûmyanêye neh’îyê derbaz bû, wextê k’îjanê dêklarasîya derheqa serbestîya Qerebag’a Ç’îyada hate qebûlkirinê.Hema wê salê jî, dehê k’anûnê, r’êfêrêndûm derbaz bû, ya ku serbestîya Qerebag’ê îzbat kir. Ewê r’ojê 99 selefê binelîyên Qerebag’ê dengê xwe dane serbestîyê. Adirbêcanê cêr’iband xweqirarbûna Arsaxê bi r’îya leşkerî bide fetisandinê, lê Arsaxêr’a li hev hat ne t’enê êrîşên azêrîya bide sekinandinê, lê usa jî neh’îyên nû aza kirin û serbestîya xwe da qewînkirinê. Nava doranên wê cejinêda li meydana Arsaxê p’êşengeha têxnîka leşkerî hate t’eşkîlkirinê, wextê k’îjanê usa jî nimûnên bi xwe çêkirî hatine r’aberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button