H’emû nûçe

Jin û mêrê k’urde ku zar’okên wan t’unene, li Wanê diçine dêra ermenî û qurbanê serjê dikin

Dêreke ermenîye li Wanê, Hogyas bona k’urdên li wir dîsa e’cêba dike. R’ojne’ma ermenîye li Stembolê “Akos”-ê nivîsîye, wekî xêncî dizên xizna, usa jî gundîyên dor-berên li wir, zar’okên k’îjana t’unene, li wê dêrê diqesidin.Her r’ojeke yekşemê jin û mêrê k’urd diçine li wê dêrê, dîk dibin û soz didin, ku heger wanr’a kur’ikek bibe, ewê navê wî daynine Îsa. Em bêjin, wekî ev dêra pêşda ji alîyê Bardûg’ûmêosê şandîda hatîye h’îmdanînê. Diha dereng Grîgor Lûsavorîç dêra Hogyasê çê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button