H’emû nûçe

R’ûbîna Xanzadyana bedew bona kovara “Elle Indonesia”-ê şikilê xwe k’işandîye

R’ûbîna Xanzadyan modêla ermenîye e’wline, ya ku t’evî nîşandayînên “Victoria’s Secret”-ê bûye. Kovara “Elle Indonesia”-ê r’ûp’elê xweyî înstagramayêda vîdêyo belav kirîye, k’îjanêda R’ûbîna Xanzadyan r’ola serekedane.Ew nebîya birayê Sêro Xanzadyanê nivîsk’are û niha jî bona wê kovarê, vîdêoyêda derk’etîye. Şikilada ew gelekî bedewe. Çend meh pêşda R’ûbîna 23-salî li ser r’ûp’elê kovara “Harpers Bazaa”-yî e’wlin derk’etibû. Xanzadyan modêla ermenîye e’wline, ya ku t’evî nîşandayînên “Victoria’s Secret”-ê bûye. Ew t’evî malbeta xwe cîguhastî Barsêlonayê bûye, wextê ku ew du salî bûye. Niha ew li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dijî. Sala 2O17-a ewê bîznêsa xwe vekirîye, him li Îspanîyayê û him jî li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button