SerekeSîyasî

T’irk’îya ç’ekdarên k’irêkirî ji E’frînê dişîne Adirbêcanê

Organîzeya Sûrîyayêye mafp’arêz, Human Rights Organisation-ê e’lam kirîye, wekî k’omên piştgirên t’irkaye li Sûrîyayê, ç’ekdarên cahil bona şêr’ dişînine Adirbêcanê û dibêjin,wekî ewê mehê çar h’ezar dolar mi’aşê bistînin. Bi wî meremî ofîsêr û ç’ekdarên wan, usa jî wa gotî eskerên Sûrîyayêye miletîyê tên t’e’lîmkirinê.T’e’lîmên wan li qamp’ên li neh’îyên di navbera E’frînê û Îdlîbêda derbaz dibin. Organîzeyê daye dîyarkirinê, wekî bi saya sozdayîna mi’aşa bilind, cahil diçin Adirbêcanê çimkî li wir xebat t’une. Nêzîkî 15O-î ç’ekdarên ji E’frînê îdî çûne Adirbêcanê, p’ir’anîya k’îjana ji k’oma t’irk’mênaye “Samarkand”-ne. Wextê hazirkirina wan ç’ekdaraye li E’frînê û Îdlîbê, ew mehê du h’ezar dolara distînin û ew p’ere wê dubarebin,wextê ku hazirîya leşkerî ser hevda bê. Ç’ekdar ji Sûrîyayê derbazî T’irk’îyayê dibin, li k’îderê hazir dibin, ku derbazî Adirbêcanêbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button