H’emû nûçe

Li Yêrêvanê komplêk’sa nû ya ulmên înjênêrîyê, T’ÛMO wê bê çêkirinê

Bi piştgirîya dewletê û usa jî berne’ma Yektîya Avropayêye fînansî, wê komplêk’sa Yektîya Avropayêye T’ÛMO-ye nû bê sazkirinê.H’îmdanîna komplêk’sa nû, k’anûna sala 2O18-da têr’a hatîye dîtinê, wextê ku di navbera h’ukumata Ermenîstanê û Yektîya Avropayêda dokûmênt hate îmzekirinê. Bi meremê çêkirina komplêk’sê, wextê civîna h’ukumatê, cî bona fonda bi navê Sîmonyan hatîye başqekirinê.Hatîye gotinê,wekî çêkirina komplêk’sa nû wê sala 2O21-ê destpêbe û wê nava du salada ser hevda bê. Nava dorana bernamêda têr’a tê dîtinê avayîk jî bê çêkirinê, wê bik’evine nava k’îjanî sîstêmên p’erwerdê, lêk’olînê û k’ir’în-frotanê.Evê bibe berdewama bernama T’ÛMO-yê û wê mecalê bide, ku xwendik’arên îdarên xwendina bilind û p’êşezanên cahil piştî 18-salîya xwe p’êşê t’êk’nolocîya, arxîtêktorîyê û mat’êmatîkayê dest bînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button