H’emû nûçeSereke

Lêonardo Da Vînçî û Ermenîstan

Li ser hinek p’arên mîrat’a Lêonardo Da Vînçî, r’êç’a ermenî heye. Gelo h’îmê fikirdarîya vî cûr’eyî k’îjane? Li k’itêbxana Mîlanêye Ambrozîyanayê beşa mîrata Lêonardoye destnivîsar heye. Nava wanda usa jî destnivîsara bi navê “Nama ermenî” tê xweykirinê. Lêk’olîna destnivîsarên Lêonardo k’arekî gelekî dijwar û girane.Ew ji milê r’astê berbi milê ç’epê dinivîsî û nava nivîsarêda e’se tiştekî eşkerenekirî dihîşt, tiştekî ku mêriv şaş dike, carina jî bi zanebûn şaşî dikir. Bona xwendina destnivîsarên Lêonardo, mecalên e’cêb gerekê bidî xebatê:gerekê bi neynîkê bixwînî û cûr’ên mayîn. Bêguman, destnivîsarêda derheqa Ermenîstanêda tê dîyarkirinê. Li ser r’ûp’elê destnivîsarêyî piştêva beşeke xerîta Ermenîstanê heye. Nava bîyografîya wîda salek, û nava salên 1481-82, vekirî maye. Li t’u cîyekî nayê dîyarkirinê, ku wî çaxî ew k’îderê bûye û çi kirîye. Tê bêjî havîna sala 1481-ê jîyana wî disekine û payîza sala 1482-a careke mayîn berdewam dibe.Lêk’olînên bi r’êç’ên Da Vînçî tînin dighînine Ermenîstanê. H’îmê wê yekê hema ew “Nama ermenî”-ye.Name ser navê sult’anê Babîlonêye. Nava lîtêratûra sedsalên navînda Qahîr çawa Babîlon dihate navkirinê.Hêna Kîlîkîyayêda Sûrîya îdî ji alîyê Misirêda hatibû dagirkirinê. Bi wê yekêva t’evayî qezîya dagirkirina t’irkên osmanî hebû. Seroketîya Misirê Lêonardo çawa arxîtêktor t’eglîf dike, bona ku ew kelayên li ser h’idûd bide qewînkirinê. Hema bi vî meremî Lêonardo diçe Kîlîkayê û bi t’exmîn tê Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda hema ew bi xwe namêda gilî dike. Ew dinivîse, ku çawa çûye Ermenîstanê û li k’îderê diqeside.Namêda ew şikilê ç’îya jî dik’işîne, paşê şikilê lêya r’abûyî dide k’ifşê. Paşê ew bi hûrgilî dide dîyarkirinê, ku çawa k’etîye nava qezîya e’rdh’ejê. Ew dide k’ifşê, ku çawa t’evî e’rdh’ejê lêyî r’adibe û meriv çawa xwe dêrada dip’arêzin. Ew dinivîse, ku çawa ew jî t’evî wan merivaye. Paşê dibêje, ku merivên cî bi dijminatî nêzîkî wan dibûn, lê dema qezîyayê ew wê yekê bîr dikin. Pirs pêşda tê, ku ew çi e’rdh’eje? Nava dîroka e’rdh’ejada bûyarên usa awqasî jî t’unene, wextê ku peyîr’a lêyî r’adibe. Hema sala 1482-a bûyareke wî cûr’eyî qewimîye. Li bajar’ê Yêrzinkayê e’rdh’ej diqewime, Tavros dih’edime û dik’eve ç’emê Firat. Bi wî cûr’eyî lêyî r’adibe. Gelo Lêonardo û merivên t’evî wî bona çi bo binelîyên cî dijmin bû? Me’nîya wê yekê ewe, ku ew bi t’eglîfkirina misirîya hatibûn û bo wê yekê jî bona ermenîya ew dijmin dihatine h’esabê, çimkî Kîlîkîya ji alîyê Misirêda hatibû dagirkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button