H’emû nûçeSereke

R’oja serbestîyê: K’omara Ermenîstanê salveger’a 29-a, ya serbestîya Ermenîstanê, dide k’ifşê

Îro, 21-ê îlonê, ermenîyên t’emamîya dinîyayê r’oja Serbestîya K’omara Ermenîstanê didine k’ifşê.Dêklarasîya Serbestîya Ermenîstanê 23-ê t’ebaxa sala 199O-î civîna Şêwira T’ewrebilindda hatîye qebûlkirinê. Anegorî konstîtûsîya Yektîya K’omarên Sovyêtê, 21-ê îlona sala 1991-ê li ser t’opraxa K’omara Ermenîstanê r’êfêrêndûm hate derbazkirinê, wextê k’îjanê 94 selefê welatîya dengê xwe dane serbestîya Ermenîstanê. Wî çaxî t’enê deh h’ezar meriv dijî serbestîyê bûn. R’ojtira mayîn berbir’îbûna berbi cime’ta ermenî hate belavkirinê: “Li ser r’îya azadîyê cêr’ibandinên nû hîvîya mene û ewê bona me bibe înt’ama her r’oje.Şabûna me xweykin, lê bi fikirdarîya h’işyar”. 23-ê îlonê, şêwira K’omara Ermenîstanêye T’ewrebilind, bi t’omerîkirina encamên r’êfêrêndûmê, K’omara Ermenîstanê çawa dewleta serbest e’lam kir. Piştî e’lamkirina serbestîyê, bi deha dewleta K’omara Ermenîstanê nas kirin. Ya e’wlin Lîtvaye, ya ku K’omara Ermenîstanê h’etanî e’lamkirina serbestîyê, 14-ê t’ebaxa sala 1991-ê nas kirîye. Peyî wê yekêr’a nava sala 1991-da dîsa 47 welata serbestîya K’omara Ermenîstanê nas kirin. Em bêjin, wekî îsal t’eşkîldarîyên cejinê bi cûr’ê onlayn tên derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button