H’emû nûçeSereke

Adirbecan dikare usa jî êrîşê bîne ser Ermenîstanê: banga P’aşînyane bona civaka navnet’ewî

Girêdayî opêrasîyonên leşkerîr’a,yên ku li Arsaxê destpê bûne, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan da dîyarkirinê, wekî Adirbêcan ne t’enê dijî Arsaxê, lê usa jî dijî Ermenîstanê dikare êrîşa mîyserke. Em fe’m dikin,wekî dîktatorîya Adirbêcanê dikare usa jî dijî Ermenîstanê êrîşa mîyaserke û provokasîyayên cûr’e-cûr’e t’eşîlke, bona ku h’alê li t’emamîya r’êgîyonê bide t’eflîhevkirinê”,-serekwezîr gotîye. P’aşînyan e’lam kirîye,wekî eve me’nî, ku li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya t’omerî hatîye e’lamkirinê. “Ez guhdarîya welatên h’emsedirên k’oma Mînskê û civaka navnet’ewî t’eglîfî li ser vî h’alê pêşdahatî dikim.Despêbûna şer’ê berfireyî li Kavkaza Başûr, li ser şêmîka k’îjanî em sekinîne, dikare encamên têr’anedîtî pêşda bîne. Ew dikare ji sînorên herêmê der bik’eve û diha berfirebe, usa jî qezîyayê bona bêqezîyabûn û qewîbûna navnet’ewî pêşda bîne”,-P’aşînyan gotîye û bangî civaka navnet’ewî kirîye, ku ew T’irk’îyayê ji t’evbûna vî şer’î dûr bihêlin.Em bîr bînin,wekî îro şebeqê Adirbêcanê şer’ê berfire bi dirêjaya t’emamîya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Wezîreta Arsaxêye p’arastinê r’agîhandîye, wekî ji alîyê hêzên Arsaxêda çar h’elîk’op’t’êrên azêrîya, 15 diron, deh tank û avtomaşîna zirih’kirî xistine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button