H’emû nûçeSereke

Azêrîya nêzîkî 2OO leşkerî unda kirine:Arsrûn Hovhannîsyan

Li Arsaxê şer’ hela hê berdewam dibe.Derheqa wê yekêda wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye. Bi gotina wî, anegorî înformasîyayên r’astkirî, azêrî ji alîyê leşkerada zyaneke mezin k’etine. “Nêzîkî 2OO leşkerî, 3O-î têxnîka zirih’kirî, 2O aparatên bêpîlot azêrîya unda kirine”,- Hovhannîsyan gotîye.Hovhannîsyan daye dîyarkirinê, wekî deh leşker cîguhastî Yêrêvanê kirine, lê h’alê yên mayîn başe. Bi xeberdana derheqa wan be’sada ku ji alîyê azêrîyada ç’ekdarên ji Sûrîyayê anî şer’ dikin, Hovhannîsyan gotîye,wekî wezîret îdî haj hinek înformasîya heye, him derheqa wan ç’ekdarada, him derheqa t’evbûna T’irk’îyayêda û him jî derheqa xebitandina têxnîka t’irkada. Bi gotina wî, hela hê gelek înformasîya h’ewcê r’astkirinêne. “Derheqa ç’ekdarada ez zelal nikarim bêjim, nava we’deda emê înformasîya berevkin”,-wek’îlê wezîretê gotîye.Hovhannîsyan usa jî derheqa êrîşa azêrîyaye li ser malp’er’ên ermenîya xeberdaye û gotîye, wekî p’êşezanên ermenî gelekî lez û întênsîv xebitîne. H’etanî ku navnîşa wan malp’er’a hatîye hazirkirinê, p’êşezana îdî ew malp’er’ r’ast kirine.Em bîr bînin, wekî 27-ê îlonê şebeqê zû Adirbêcanê şer’ê berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî înformasîyayêyn dawî, hêzên azêrîya sê h’elîk’op’t’êr, 21 aparatên bêpîlot, 3O-î tank û têxnîka zirih’kirî unda kirine.E’yane, wekî r’ûê agirkirinada li Martûnîyê jinek û zar’okek şih’îd k’etine.Nava leşkerada 16 şih’îd hene û ji sedî zdetir jî birîndarin. Li Arsaxê û Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button