H’emû nûçeSereke

T’irk’îya agrêsîya r’aste-r’ast hindava Ermenîstanêda mîyaser dike

Îro şebeqê seh’eta deh û nîvî destpêkirî, teyarên T’irk’îyayêye leşkerîye F-16, ji fir’egeha Adirbêcanêye “Gence”-ê r’abûne hewê, û derbên dironên t’irkîye “Beyraqt’ar”, û teyara Adirbêcanêye SÛ-25 berbi gundên Ermenîstanê û hêzên Ermenîstanêye li ser e’rdê dane ç’areserkirinê.Nava wî we’deyîda avîyasîya Ermenîstanê jî piştgirî dida hêzên Ermenîstanêye p’arastina hewê. Wextê mîyaserkirina pirsên p’arastina hewê û şer’ê nava hewêda, teyara Ermenîstanêye SÛ-25 ji alîyê teyara T’irk’îyayêye F-16-da hatîye lêxistinê.Mixabin, pîlot bi mêrxasî şih’îd k’etîye. Teyara T’irk’îyayêye F-16 anegorî mecalên kontrolkirinê dîyarkirî bi 6O kîlomêtrî nava têrîtorîya Ermenîstanêye hewêda bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button