H’emû nûçeSereke

T’irk’îyayê ji Sûrîyayê beşeke ç’ekdaraye nû şandîye Adirbêcanê

Anegorî înformasîyonên r’êxistina mafên mirovan, li kantona E’frînê, k’oma ç’ekdarên Sûrîyayêye e’wlin þandine Nexçêvanê. Ew nava T’irk’îyayêr’a derbaz bûne. Hatîye dîyarkirinê, wekî ew k’oma k’irêkirîya çend r’oj pêşda nava T’irk’îyayêr’a çûye Nexçêvanê.Hatîye r’agîhandinê, wekî k’omeke k’irêkirîya jî hazir dibe, ku cîguhastî Adirbêcanêbe. Çar r’oj pêşda merk’eza Sûrîyayêye mafên mêriv e’lam kir, wekî ji bajar’ên bin kontrola t’irkada, ji E’frînê, E’zazê, Cereblûsê, Babê, Serê Kanîyê û Girê Sipî, T’irk’îyayê ji 3OO-î zêdetir ç’ekdar cîguhastî kirine, p’ir’anîya k’îjana ji k’omên ” Sult’an Mûrad”, dîvîzîya “Al H’emzet” û ” Al Amşatê”-ne. Merk’eza Sûrîyayê daye dîyarkirinê, wekî ç’ekdara gotine, wekî wana cîguhastî Adirbêcanê bikin, bo ku têrîtorîyayên li r’ex sînor bip’arêzin û ewê mi’aşa ji 15OO dolarî h’etanî 3OOO h’ezar dolara bistînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button