H’emû nûçeSereke

Baza R’ûsîyayêye leşkerî beşeke bêqezîyabûna Ermenîstanêye girînge: P’aşînyan

Baza R’ûsîyayêye li Ermenîstanê cîwarkirî, beşeke bêqezîyabûna Ermenîstanêye girînge.Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana gotîye.Duh, teyara t’irkaye leşkerîye F-16 teyara Ermenîstanêye leşkerîye SÛ-25 xistibû. Pîlot bi qehremanî wefat bûye. Em bêjin, wekî hinekî pêşda wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan e’lam kiribû, wekî T’irk’îyayê agrêsîya r’aste-r’ast dijî Ermenîstanê mîyaser dike.Wextê prêss-konfêransê, ji serekwezîr pirsîne, ku gelo Yêrêvan têr’a dibîne mecala bazayê bide xebatê, bi h’esabhildana aktîvîya T’irk’îyayê.Bi gotina wî, baza r’ûsaye leşkerî, beşeke sîstêma Ermenîstanêye bêqezîyabûnêye û potênsîyala bazayê gerekê wextê bûyarên konkrêt bê xebitandinê. “Gelo h’alê niha wî cûr’eîye? Fe’darîye ku usa nîne. Feqet dikare h’alekî usa çêbe, ku potênsîyala bazayê bidine xebatê”,-P’aşînyan gotîye. P’aşînyan difikire, wekî niha dijware pêşda bê gotinê, çimkî h’al dîyar nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button