29-ê îlonê, k’atibê prêssayê, yê serokê R’ûsîyayê, Dmîtrî Pêskov gotîye, wekî piştgirîya leşkerîye hindava alîkî nava de’w û dozêda t’enê alî êskalasîya de’w û dozê dike û lazime usa bikin, ku Ermenîstan û Adirbêcan paşda veger’ine berbi h’alê h’elkirina pirsgirêkêye sîyasî-dîplomatî. “Em bangî h’emû welata dikin, bi t’aybetî welatên hevalk’arên me, yên mînanî T’irk’îyayê, ku h’emû tiştî bikin bona ku alîyên nava de’w û dozêda agir bidine sekinandinê û paşda veger’ine berbi h’elkirina pirsgiêkêye bi r’êyên sîyasî-dîplomatî”,-Dmîtrî Pêskov gotîye. Pêskov daye dîyarkirinê, wekî R’ûsîya û h’emsedirên k’oma Mînskêye mayîn gerekê xwe li ser t’abîya cabdar bigrin, bona ku pirsgirêka Qerebag’ê bê h’elkirinê. Bi wê yekêva t’evayî parlamênta R’ûsîyayê e’lametî qebûl kirîye, ya derheqa îzinnedayîna qewatê û sekinandina agirdane, yê li zona de’w û doza Qerebag’ê. Parlamênta R’ûsîyayê hazirî e’lam kirîye ku bona normalkirina h’alê li Qerebag’ê, bibe navçîgar.
Gotarên eynî
Bona çi pêşkfetina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Hindistanê bona herdu welata girînge:Firstpost
23.04.2024, 13:55
Ermenîstan nikare xwe usa bide kifşê ku tu tiştî nabîne: serokwezîr derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda
23.04.2024, 12:50
Pêwandîyên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û Ermenîstanê nava wedekî başra derbaz nabin: sêkrêtarê organîzeyê
23.04.2024, 11:45
Herwiha kontr’ol bike
Close - “Yêrêvan xeber dide” 22. 04. 202422.04.2024, 19:00