Sereke

Mîtînga p’ir’h’ezarê li Los Ancêlêsê, ya dijî agrêsîya azêrîya /vîdêyo/

Li bajar’ê Amêrîkayêyî Los Ancêlêsê mîtînga şikyatkirinêye p’ir’h’ezarê derbaz bûye. Bi h’ezara ermenîyên Los Ancêlêsê li ber avayê konsûlxana Adirbêcanê berev bibûn û şikyatê xwe dijî êrîşên Adirbêcanêye dawî dikirin. T’evbûên mîtîngê usa jî t’evbûna T’irk’îyayêye t’evî de’w û doza Qerebag’ê gunek’ar kirine. Ak’sîya derbazbûyî fêdêrasîya cahilên ermenî t’eşkîl kirîye. Himberî mîtînga şikyatkirinêye meha tîrmehê, wextê ku k’omeke azêrîya zordarî da k’ifşê û mîtîng dane t’er’ibandinê, vê carê mîtîng e’dil derbaz bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button