H’emû nûçeSereke

P’ir’anîya kuştîyên Adirbêcanê wek’îlên net’ewên kêmjimarin

P’ir’anîya kuştîyên Adirbêcanê wek’îlên net’ewên kêmjimarin. Derheqa wê yekêda li ştaba Arsaxêye înformasîyon, wextê qisa t’evî r’ojne’mevana, k’atibê prêssayê, yê serokê Arsaxê, Vahram Pog’osyan gotîye.Anegorî me’lûmetîyên ce’sûsîyê, hatîye r’agîhandinê, wekî t’enê li alîkî, 148 leşkerên ji miletên başqe hatine kuştinê. “Çend sed kuştî jî nava leşkerên e’silê xweda t’e’lîş hebûne”,-ewî gotîye.Berîkên leşkerên azêrîyada derzî hebûne. “Ev yek dide k’ifşê, wekî Adirbêcan narkotîka dide leşkera û paşê wana dişîne li ser h’idûd. Eva xirabk’arîya leşkerîye”,-ewî gotîye.Borcbirê serokê beşa înformasîyon, ya beşa wezîreta Arsaxêye p’arastinê, Sûrên Sarûmyan daye dîyarkirinê,wekî ji alîyê azêrîya duh 13O-î kuştî, 26O birîndar hebûne. Duh usa jî 29 têxnîka zirih’kirîye cûr’e- cûr’e, sê stansîyayên artîlêrîya giran TOS, 11 aparatên bêpîlote cûr’e- cûr’e Adirbêcanê unda kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button