H’emû nûçeSereke

Hêzên leşkerî li ser dereca hazirîyêne:wezîreta p’arastinê

Nava beşên hêzên Ermenîstanêda şuxulk’arîya mobîlîzasîyayê berdewam dibe. Çawa ku wezîreta Ermenîstîanêye p’arastinê r’agîhandîye, nava qewilên h’alê leşkerîda, p’areskerên hêzên Ermenîstanê anîne li ser dereca hazirîya leşkerîyêye bilind. Malp’er’a wezîreta p’arastinêda r’esmên /wêneyên/ şuxulk’arîyê hatine r’aberkirinê. “Li p’areskera sîlih’ û têxnîka tê belavkirinê, p’aresker tên t’amkirinê.Bi wê yekêva t’evayî, p’aresker li neh’îyên p’arastinê cîyê xwe girtine”,-wezîreta p’arastinê r’agîhandîye. Usa jî tê dîyarkirinê, wekî mobîlîzasîya bi hevk’arîya t’evî organên xweserk’arîkirinê û beşên yektîya welatp’arêza tê mîyaserkirinê.Hazirîya t’eşkîlê li ser dereca bilinde.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê, Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî înformasîyayên dawî, r’ûê agirkirinên azêrîyada 158 leşker û h’evt binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 175O-î kuştî û 27OO birîndar hene. Anegorî înformasîyayên stendî, Adirbêcanê 1O7 aparatên bêpîlot /diron/, 12 h’elîk’op’t’êr, 2O5 tank û têxnîka zirih’kirî, pênc teyare, du stansîyayên r’okêtaye ” Smêrç” û sê sîstêmên “TOS” unda kirine. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê û yekê cotmehê, hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê kirine nîşangeh. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye. Binelîkî sîvîl jî li qeza Gêg’ark’ûnîkê bûye cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button