H’emû nûçeSereke

“Mênt’alîtêt ya barbarîye”: qulixçîyê leşkerî çawa caba r’ojne’mevanê r’ûs, gotîye

Îro li p’ayt’extê Arsaxê Stêp’anakêrtê, wextê hevdîtina t’evî r’ojne’mvana, cîgirê fermandarê eskerê Arsaxê Art’ûr Sargsyan, caba pirsa r’ojne’mevanê r’ûs wa daye. R’ojne’mevan ji wî pirsîye ku bona çi azêrî gund û bajar’ên ermenîye ji sînor dûr, didine ber t’opa. “Merem k’îjane?”,-r’ojne’mevan pirsîye. Piştî hinek bêdengîyê, Art’ûr Sargsyan serda zêde kirîye:”Mênt’alîtêt ya wî cûr’eîye barbarîye”.Piştî vê bersivê dîsa bêdengî bû û prêss-konfêrans nava bêdengîyêda serda hevda hat.Em bîr bînin, wekî t’emamîya şevê azêrîya bajar’ên Martakêrtê, Martûnîyê, Hadrût’ê t’opbaran kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button