H’emû nûçeSereke
Nava r’ojêda nava hewa Ermenîstanêda h’evt aparatên dijmine bêpîlot /diron/ hatine lêxistinê
Anegorî seh’eta pênca derbaz 15 deqe, ji alîyê hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirîda, li neh’îya Kot’aykê çar aparatên bêpîlot /diron/ hatine lêxistinê, lê sisê jî li neh’îya G’êg’ark’ûnîkê. K’atiba prêssayê, ya wzîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê malp’er’a fêysbûkêda nivîsîye.Bi gotina wê, h’emû aparatên bêpîlot yên ce’sûsî bûne.Nava hewa Ermenîstanêda bi t’omerî h’evt aparatên bêpîlot hatine lêxistinê.