H’emû nûçeSereke

T’irk’îyayê cara e’wlin derheqa sekinandina şer’ê li Qerebag’ê xeberdaye

Wezîrê T’irk’îyayêyî k’arên der Mêvlût Çaûşog’lû t’evî wezîrê R’ûsîyayêyî k’arên der Sêrgêy Lavrov li ser wê fikirêne, ku şer’ê li Qerbag’ê lez bidine sekinandinê. Derheqa wê yekêda RÎAa Novostîyê r’agîhandîye. Lavrov û Çaûşog’lû dane dîyarkirinê, wekî tiştê îzinnedayînêye, ku ji herêmên mayîn k’omên sîlih’kirîye neqanûnî t’evî şêr’ bibin”,- nava înformasîyayêda hatîye dîyarkirinê.Herdu wezîr hazirî e’lam kirine, ku bona qewînbûna h’alê li Qerebag’ê bi hevr’a hevk’arîyê bikin.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî înformasîyayên dawî, r’ûê agirkirinên azêrîyada 1O3 leşker û h’evt binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî azêrîya ji h’ezarî zêdetir meriv unda kirine. Anegorî înformasîyayên stendî, Adirbêcanê 83 aparatên bêpîlot /diron/, neh h’elîk’op’t’êr, 166 tank û têxnîka zirih’kirî, çar teyare û stansîake r’okêtaye ” Smêrç” unda kirine. 29-ê îlonê hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê kirine nîşangeh. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button