Sereke

Opêrasîyon dikarin derbazî li ser t’emamîya têrîtorîya Adirbêcanê bibin

Arsax e’lam dike, wekî nava van r’ojên dawîda h’alê pêşdahatî, îzinê dide, ku opêrasîyonên leşkerî cîguhastî têrîtoîya Adirbêcanê bikin.Derheqa wê yekêda berdewkê serokê Arsaxê Vahram Pog’osyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî nava van r’ojada Arsax k’aşî nava şer’k’arîya dijî têr’orîzma navnet’ewî kirine.Bi gilîkî, ev gotin t’enê bi dereca p’êşezanîyê nayê sînorkirinê.”Berê e’wlin dijî Arsaxê şer’ hate e’lamkirinê, Adirbêcan ji hevr’axeberdanên e’dil paşda sekinî û r’îya h’elkirina pirsgirêkêye cûr’ê leşkerî hilbijart”,-Pog’osyan nivîsîye û derheqa me’nîyên başqeda xeberdaye.Adirbêcanê ji r’oja e’wlinda gund û bajar’a dide ber t’opa û r’akêta û sîlih’ên usa dide xebatê, yên ku bi konvênsîyayên navnet’ewî qedexekirîne.Xêncî wê yekê, dijî Arsaxê şer’ê berfire hatîye destpêkirinê û têr’orîstên k’irêkirî t’evî wî şer’î dibin. “Ew yek dide k’ifşê,wekî h’alê pêşdahatî îzinê dide me, ku em opêrasîyonên leşkerî cîguhastî li ser t’emamîya têrîtorîya Adirbêcanê bikin, ku wan dera ji têr’orîsta paqijkin”,- Pog’osyan nivîsîye û serda zêde kirîye, wekî şer’k’arîya Arsaxê ya heqe.Ewî guman e’lam kirîye, wekî bûyarên pêşer’ojêda wê bona k’ara Arsaxêbin.Ewî careke mayîn e’şaretî daye, wekî t’emamîya cabdarîya vê yekê dik’eve li ser seroketîya Bek’ûêye leşkerî-sîyasîye bink’etî, ya bi serk’arîya malbeta E’lîêv.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button